
Pênşandana Festîvala Fîlmên Kurdî li Berlinê tê sazkirin
Berlin — Bi mebesta nîşandana kultûr, çîrok û rastiya civakî ya Kurdan bi rêya ekrana sînemayê, Festîvala Fîlmên Kurdî li bajêrê Berlin ê li Almanyayê tê sazkirin. Ev festîval yek ji giringtirîn bûyerên kultûrî ye.
Di maweyê heft rojên festîvalê de, komeke fîlmên dirêj, fîlmên kurt û fîlmên belgefîlm (dokumanter) ji derhênerên parçeyên Kurdistanê dê bêne nîşandan. Ji bilî nîşandana fîlman, panelên guftûgoyê ligel derhêner û lîstikvanan dê bêne sazkirin ji bo guftûgokirina asteng û paşeroja sînemaya Kurdî.













