
Reklamên ChatGPT ber bi pergaleke reklamkariyê ya pêşketîtir ve diçin; zêdekirina Automated Bidding û Platform Targeting dê çawa pêşbaziya OpenAI bi Google Ads û Meta Ads re xurtir bike?
OpenAI gaveke din ber bi avakirina platformeke reklamkariyê ya temamtir ve diavêje. ChatGPT Ads taybetmendiyên nû yên wekî Automated Bidding, Platform Targeting û View-through Conversion Measurement zêde dike. Ev amûr dihêlin ku reklamdar kampanyayên xwe bi awayekî hûrgulîtir rêve bibin û encamên wan baştir bipîvin.
Yek ji girîngtirîn guherînan zêdekirina stratejiya Maximize Results e. Bi vê stratejiyê, pergala ChatGPT Ads dikare bidan bi awayekî xweber biguherîne da ku di çarçoveya budçeya diyarkirî de hejmara herî zêde ya encamên xwestî bi dest bixe.
Ev rêbaz dişibihe modela ku Google Ads û Meta Ads bi salan e pêş dixin: destwerdana destî ya kêmtir di biddingê de û piştrastbûna zêdetir bi algorîtmayê ji bo optimizationê.
Guherîna duyemîn Platform Targeting e. Reklamdar dikarin hilbijêrin ku kampanyayên wan li ser iOS, Android an Webê werin nîşandan. Ev taybetmendî bi taybetî ji bo markayên ku bikarhênerên wan li ser platformên cuda tevgerên cuda nîşan didin girîng e.
Herwiha View-through Conversion dihêle marketer bandora reklamên ku bikarhêner dîtine, lê di wê kêliyê de li ser wan neklikandine û paşê conversionek pêk anîne, baştir bipîve.
Van guherînan nîşan didin ku ChatGPT Ads hêdî hêdî ji pergaleke hêsan a nîşandana reklaman ber bi platformeke performance advertising ve diçe.
Lê cudahiya bingehîn a ChatGPT ji Google û Meta ew e ku reklam li ku derê tê nîşandan.
Li Google, reklam bi gelemperî dema ku bikarhêner li pey peyvek an mijareke diyarkirî digere xuya dike. Li Meta, reklam zêdetir di Feed, Stories û Reels de tê nîşandan. Lê ChatGPT dikare reklamê di hawîrdoreke axaftinê de nîşan bide ku bikarhêner tê de pirsan dike, vebijarkan dide ber hev û nêzî biryardanê dibe.
Ev yek dikare ji bo markayan şêwazeke nû ya Intent-based Advertising biafirîne.
Lê gelo ev tê wê wateyê ku ChatGPT Ads êdî dikare bi Google Ads û Meta Ads re wekhev pêşbaziyê bike?
Hê zû ye ku bersiva vê pirsê “erê” be.
Google û Meta pergala xwe ya reklamkariyê li ser bingeha salan data, bidding, targeting, attribution û measurementê ava kirine. ChatGPT Ads li gorî wan hê platformeke nû ye.
Ji bo ku bi delîlan bê gotin ku ChatGPT Ads bûye pêşbazekî rastîn ê Google Ads û Meta Ads, pêdivî bi daneyên zêdetir li ser reach, conversion rate, cost per acquisition, ROAS û adoptiona reklamdarên heye.
Lê yek tişt zelal e: OpenAI gav bi gav amûrên pêwîst ava dike da ku ChatGPT ji cihê ku tenê bersiv dide, veguherîne kanaleke nû ya marketing û reklamkariyê.
Pêşbazî êdî tenê li ser vê yekê nîne ku kî dikare bala xerîdar bi dest bixe; lê herwiha li ser vê yekê ye ku kî di wê kêliyê de amade ye ku xerîdar biryar dide.













