
Tenê bikaranîn têr nake; çima tenê 15% ji marketêran dikarin qazanca AI biselmînin?
«Niha kêşeya marketîngê ne ew e ku gelo em jîrokiya çêkirî bikar bînin yan na, belkî pirsiyar ev e: Çawa em biselmînin ku bikaranîna AI bihayekî rasteqîn ji bo biznesa me drust kiriye?»
Jîrokiya çêkirî (AI) êdî ne tenê teknolojiya xeyalî ya paşerojê ye ji bo marketêran; belkî bûye beşekî veneqetandî di karê wan ê rojane de. Li gorî raporta salane ya marketîngê ya (Nielsen) ji bo sala 2026an, rêjeya 98% ji marketêran AI di karên xwe de bikar tînin. Ji şirovekirina datayan û pîvana encaman bigire, heta digihîje drustkirina naverokê (Creative), plankirina medyayê û pêşbînikirina paşerojê.
Lê li gel vê rêjeya bilind, hejmareke din heye ku çîrokê gelek balkêştir dike: Tenê 15% ji marketêran dikarin xerciyên xwe di dîtin û bikaranîna AI de bi qazanca vegerandî (ROI - Return on Investment) ve girêbidin.
Datayên (Nielsen) diyar dikin ku nêzîkî 68% ji marketêran AI ji bo pîvan û şiroveyê (Measurement & Analytics) bikar tînin, zêdetir ji sê li ser pêncan ji bo drustkirina naverokê û plankirin û baştirkirina medyayê, û 57% jî ji bo pêşbînikirina paşerojê (Predictive Forecasting) bikar tînin. Ev jî tê wê wateyê ku AI bi lezeke zêde li ber e bikeve nav hemû zîncîreya marketîngê ve.
Waneya girîng ji bo marketêran çî ye? Wane ev e: Bikaranîna jîrokiya çêkirî êdî bi tenê "Xala cudaker û serdestiya pêşbirkê" (Competitive Advantage) nîne.
Dema ku nêzîkî hemûyan (98%) AI bikar tînin, cudahiya rasteqîn a navbera brandan di wê yekê de dertê ka kî dikare vê teknolojiyê bi şêweyeki baştir, jîranetir û bi encamekî pîvankirîtir bikar bîne.
Di qonaxa yekem de, xema sereke ya hemûyan ev bû: «Çawa AI bikar bînin?» Lê niha, qonaxa dahatî û girîngtir dest pê dike ku pirsiyara wê ev e: «Çawa em biselmînin ku AI bihayê drust dike û qazancê tîne?»













