
Şoreşa Nû ya Reklama Dîjîtal: ChatGPT Ads Berfireh Dibe û Hevkêşeya Lêgerîna li Brand û Kompanyayên Cuda Diguherîne
Çi qewimiye? Sîstema reklaman a ChatGPT (ChatGPT Ads) pêngaveke mezin diavêje û ber bi 31 welatên Ewropayê ve berfireh dibe. Ev ne tenê zêdekirina taybetmendiyeke sade ye, belkî nîşaneyeke zelal e ku motorên lêgerînê yên jîyira destkird (AI Search) hêdî hêdî ji amûreke tenê ji bo wergirtina bersivan, diguherin bo kanaleke nû û bihêz a Paid Advertising, ku tê de brand dikarin rasterast di nav jîngeha gotûbêjê de xwe bigihînin bikarhêneran.
Ev ji bo marketêran çi diguherîne? (Qonaxeke nû ya têgihiştina li kirryar) Guhertina herî girîng û mezin ew e ku êdî marketêr ji bo dîtina kirryaran tenê pişta xwe bi Google Search, Instagram an TikTok girê nadin. Jîngeha gotûbêjî ya AI rê dide bikarhêner ku di dema dayîna biryara kirînê de, pirsên pir hûrtir bike û di heman demê de rastî reklamên brandan were. Ev yek têgihiştina li ser êş û pêdiviyên kirryaran (Customer Pain Points) dibe asteke din. Li şûna ku bikarhênerek di motoreke lêgerînê de tenê binivîse "best running shoes", dikare di jîngeheke wek ChatGPT de pirseke pir taybettir bike:
"Kîjan pêlava bazdanê ji bo kesekî baş e ku rojane 5 kîlometreyan dibeze û dixwaze pestoya li ser çokên xwe kêm bike?"
Li vir, niyeta bikarhêner (User Intent) pir zelal e. Ev pirs nîşan dide ku bikarhêner di qonaxa hizirkirin û nirxandinê (Consideration Phase) de ye û pir nêzîkî kirînê (Purchase) ye. Ev jî dihêle ku peyama reklamê (Ad Creative) bi awayekî pir hûrtir bê arastekirin. Tevî van sûdan, wekî marketêrekî divê em pêşwext îdia nekin ku rêjeya guhertinê (Conversion Rate) li vir dê teqez ji Google Ads baştir bibe; ji bo îsbatkirina vî hukmî, hîn jî pêdiviya me bi datayên berawirdî yên bihêztir û ceribandinên zêdetir heye.
Cudahiyên bingehîn ên di navbera ChatGPT Ads û Google Search Ads de Reklamên lêgerînê yên Google (Google Search Ads) bi awayekî klasîk bi temamî li ser bingeha peyvên sereke (Keywords) û lêgerînên kurt (Search Queries) hatine avakirin. Lê di lêgerîna gotûbêjî (Conversational Search) de, naveroka gotûbêjê û ew pirsên li pey hev ên ku bikarhêner dike, zanyariyên pir kûrtir li ser niyeta rasteqîn a kesê didin dest. Ev guhertin dikare di vê hevkêşeya hêsan de were kurtkirin: Keyword → Conversation → Intent → Ad (Peyva sereke ← Gotûbêj ← Niyet/Mebest ← Reklam) Tê pêşbînîkirin ku ev hevkêşeya nû di çend salên pêş de tevahiya şêwazên armancgirtin (Targeting), dariştina peyama reklamê û heta şêwazên pîvandina encaman (Measurement) jî bi temamî biguherîne.
Gelo ChatGPT dê bi temamî bibe hevrikê Google Ads? Hîn zû ye ji bo derxistina hukmekî wiha. Berfirehbûna ChatGPT Ads tenê îsbatkera çêbûna kanaleke nû ya reklamkirinê ye, lê bi ti awayî ne belge ye ji bo ku Google Search Ads qels bûye an dê di demeke nêzîk de cihê wê bê girtin. Lê ya ku em dikarin bi teqezî bibêjin ev e: Kirrûbirra Lêgerînê (Search Marketing) xerîk e ji qonaxa asêbûna di lêgerîna li ser bingeha peyvên sereke, ber bi vedîtina gotûbêjî û navbeynkariya jiyira destkird (AI-mediated discovery) ve berfireh dibe. Ji bo marketêran, ev tê wateya derketina stratejiyeke nû. Di pêşerojê de tenê ev pirs têrê nake ku em bibêjin: "Di encamên Google de em di çi rêzê de ne?", belkî pirsa çarenûssaz dê ev be:
"Dema ku kirryarek ji AI derbarê warê me de pirsê dike, branda me li kîjan cihê bersivê ye?"
Ev jî bi rastî ew xal e ku têgehên nû yên wek AEO (Answer Engine Optimization), GEO (Generative Engine Optimization) û Paid AI Advertising tê de digihin hev.













