
Serdema pişta xwe girêdana tenê bi SEO'yê bi dawî hat; çawa trendên nû yên AEO û GEO'yê pêşeroja lêgerînê diguherînin?
Guhertina mezin a cîhana lêgerînê (AI Search) Pêşketina bilez a amûrên hişê çêkirî (AI) yên wekî ChatGPT, Gemini, Claude, Perplexity û Google AI Overviews, awayê lêgerîn û bidestxistina agahiyan bi temamî guherandiye. Li şûna ku bikarhêner ji bo dîtina bersivên xwe di nav dehan lînkên malperan de bigerin, niha rasterast û bi lez bersivên xwe bi riya AI'yê werdigirin. Ji ber vê sedemê, pisporên bazarkirina dîjîtal hişyariyê didin ku tenê pişta xwe girêdana bi SEO (Optîmîzasyona Motora Lêgerînê) ji bo parastina pêgeha brandan têr nake, lê belê dema wê ye ku stratejiyên AEO û GEO bibin beşeke sereke ji karan.
Cûdahiya di navbera AEO û GEO'yê de çiye?
Stratejiya AEO (Answer Engine Optimization): Armanca sereke li vir dariştina naverokê ye bi awayekî ku amûrên hişê çêkirî bi hêsanî wekî "bersiveke rasterast" hilbijêrin. Ev jî bi riya bikaranîna şêwaza pirs û bersivên zelal, rêkxistina sernavan, kurtebûn û hûrbûna di agahiyan de, û hebûna binkeyeke daneyan a bihêz bi dest dikeve.
Stratejiya GEO (Generative Engine Optimization): Ev yek tîşkê dixe ser wê yekê ka çawa naveroka xwe bikî "çavkaniyeke pêbawer" ji bo AI. Wate dema ku amûrên wekî ChatGPT an Perplexity bersivekê çêdikin, pêwîst e naveroka te wekî jêder û çavkaniyeke pêbawer ji aliyê wan ve were destnîşankirin.
Gelo ev bi wateya "Mirina SEO'yê" tê? Analîzvan bi tundî vê yekê red dikin. SEO hîn jî stûna sereke ya dîtina naverokê ye, lê hevkêşe guheriye; niha divê SEO bi AEO û GEO'yê re bê têkelkirin. Ew naveroka ku pêbawer e, bi başî hatiye rêkxistin û bi çavkaniyên rast tê piştgirîkirin, şansê derketina wê hem di encamên Google'ê de û hem jî di bersivên hişê çêkirî de pir bilindtir e.
Peyama dawî ji bo brand û kiryarkaran (Marketers) Ev pêşhata nû pêwîstî bi guhertineke bingehîn di stratejiya naverokê de heye. Ji bo serkeftina di serdema lêgerîna zîrek de, êdî armanca dawî tenê gihîştina bi pîleya yekem a Google'ê nîne; lê belê armanca mezintir ew e ku bibî ew "çavkaniya pêbawer" a ku hişê çêkirî pişta xwe pê girê dide û wekî bersiveke rast nîşan dide. Ji bo gihîştina bi vê yekê, divê rasterast bersiva pirsên giring ên bikarhêner bidî bi zimanekî ku têgihîştina wê ji bo AI'yê hêsan be













