
Tam li şûna fermanê: çima di serdema hişê çêkirî de "dadbariya mirovî" jêhatîbûna herî biqîmet e?
«Eger jîrokiya çêkirî bikaribe di çend xulekan de reklamekê drust bike, nayê wê wateyê ku kiriyar teqez wê pesend dike û qebûl dike!»
Lêkolîneke nû ya (DoubleVerify) nîşan dide ku 47% ji kiriyarên li Sîngapûrê dibêjin, eger brandek jîrokiya çêkirî (AI) ji bo drustkirina reklameke kêm-kalîte, xerîb an nesiruştî bikar bîne, dîtin û nêrîna wan li hember wê brandê dê xerabtir bibe.
Ev data xaleke gelek girîng di paşeroja marketîngê de radixe ber çavan: Pirsiyara stratejîk êdî ne ew e ku «Gelo em AI bikar bînin?», belkî pirsiyara herî girîng ev e: «Tiştê ku AI drust dike, gelo hêjayî navê branda me ye?»
Rast e niha AI dikare wêne, vîdyo, deq û dehan cûreyên naveroka dahênerane (Creative) bi lezeke zêde û bi têçûyeke kêm berhem bîne, lê asanbûna berhemanînê nayê wateya baştirbûna naverokê. Berovajî, dema hezarên brandan bikaribin heman teknolojiyê bikar bînin, AI bi xwe êdî ne xaleke cudaker e.
Tiştê ku cudahiyê drust dike çî ye? Tiştê ku brandekê ji ya din cuda dike; selîqe (Taste), biryardayîna mirovî (Human Judgment) û têgihiştina li kultur û hestê kiriyar e. Paşeroja marketîngê ne pêşbirka wê yekê ye kî zêdetir AI bikar tîne; belkî pêşbirka wê yekê ye kî baştir dikare berhema AI binirxîne, kengî red bike, û tenê tiştekî hilbijêre ku bi temamî li gel nasnameya branda wî guncaw e.
Lewma di serdema AI de, yek ji hêjatirîn şiyanên marketêran dibe ku ne «Nivîsîna Prompt - Prompt Writing» be, belkî «Selîqe - Taste» be. Ji ber ku her çend AI dikare naverokê drust bike, lê hîn jî mirov e ku divê biryarê bide kîjan naverok hêjayî navê brandê ye.
(Têbînî: Rêjeya 47% taybet e bi datayên kiriyarên Sîngapûrê û nabe wekî pîvereke cîhanî bê şîrovekirin, lê nîşaneke bihêz e ji bo guhertina reftarê kiriyaran).













