
Dema jîrokiya çêkirî dizane tu heta çend amade yî pere bidî; metirsiyên Surveillance Pricing
«Bihizire; tu û kesekî din di heman dem û heman firoşgehê de heman berhemê dikirin, lê her yek ji we bihayekî cuda dibîne! Ne ji ber daxistinê, belkî ji ber ku AI dizane kî amade ye pereyê zêdetir bide.»
Ev yek ji wan nîgeraniyên mezin e ku li gel geşeya bilez a (AI Pricing) û diyardeya bihadanîna çavdêrîkirî (Surveillance Pricing) di bazarê de zêdetir tê behskirin. Li gorî raporeke ajansa (Associated Press), bikaranîna AI, guhertina berdewam a bihayan û bikaranîna tabloyên bihayê dîjîtal di firoşgehan de, pirsên mezin li ser şefafiyet û dadperweriya bihayê li cem kiriyaran drust kirine.
Kêşe ne tenê leza guhertina bihayan e. Nîgeraniya rasteqîn ev e: Eger datayên taybet ên kiriyar bêne bikaranîn ji bo nirxandina wê yekê ku her takek heta çend şiyan heye û amade ye pere bide, dê çi rû bide?
Li vir cudahiya nazik a di navbera «taybetkirin - Personalization» û «bihadanîna çavdêrîkirî - Surveillance Pricing» de derdikeve. Di ya yekem de, data tê bikaranîn daku pêşniyareke guncawtir û baştir bi te bê dayîn, lê di ya duyem de, datayên te dibin amûrek ji bo texmînkirina şiyana berîka te û sepandina bilindtirîn bihayê guncaw li ser te.
Wane ji bo marketêran çî ye? Stratejiya Personalization tenê heta wê xalê nirx drust dike ku baweriya kiriyar ji nav nebe. Kiriyar hez ji pêşniyarên taybet dike, lê eger hest bike brand datayên wî ji bo wê yekê bikar tîne daku bizane «çend pereyên zêdetir dikare jê werbigire», ew dataya ku diviyabû ezmûna kiriyar baştir bike, dibe sedema jinavçûna yekcarî ya baweriyê.
Di serdema AI de, pirsiyara stratejîk ne tenê ev e: «Bi datayên kiriyar em dikarîn çi bikin?», belkî pirsiyara herî girîng ev e: «Bi datayên kiriyar nabê em çi bikin?». Di dawiyê de, dibe ku AI bikaribe baştirîn biha ji bo zêdekirina qazancê bibîne; lê eger ew biha bibe sedema jidestdana baweriya kiriyar, wê demê brandê baceke gelek girantir daye.













