
LinkedIn li dijî naveroka AI'yê şer dike; gavên nû ji bo sînordarkirina AI Slop'ê hatin avêtin
LinkedIn gavên nû avêtine da ku belavbûna naverokên bêkalîte yên ku bi temamî bi hişê çêkirî (AI) tên amadekirin û wekî "AI Slop" tên naskirin, kêm bike. Li gorî raporên dawî, ev platform amûr û polîtîkayên nû bi kar tîne da ku wan postan nas bike û sînor bike, yên ku naveroka wan mîna hev e, bê dîtinên taybet in û bê nirxên pîşeyî ne.
Di nav van pêngavan de, LinkedIn bişkoja "Seems like AI slop" lê zêde kiriye da ku bikarhêner bikaribin naverokên gumanbar rapor bikin. Her wiha, taybetmendiya "Enhance your post" ku AI ji bo sererastkirina postan bi kar dianî rakiriye, û hişyariyên nû lê zêde kirine ji bo wan postên ku pir dişibin naverokên AI'yê.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku analîzan nîşan dan ku rêjeyeke berçav ji post û şîroveyên giştî yên LinkedIn'ê bi alîkariya AI'yê tên amadekirin. Lê belê LinkedIn dibêje ku mebesta vê polîtîkayê ne dijberiya bi AI'yê re ye, lê belê parastina kalîteya naverokê û handana bikarhêneran e ji bo beşdariyeke xwemalî û pîşeyî.
Ji bo kiryarkar (Marketers) û afirînerên naverokê (Content Creators), ev guhertin tê wê wateyê ku naveroka AI'yê nabe bêyî destkariya mirovan bê belavkirin. Pispor pêşniyar dikin ku AI wekî amûreke alîkar bê bikaranîn, lê dîtinên taybet, ezmûn û dengê brandê divê her tim di nav naverokê de hebin, çimkî LinkedIn niha bêtirî her demê giringiyê dide xwemalîbûn û pêbaweriyê













