
Ji biyabana hişk bo şêdarkirina çerm; Çawa fîlma Dune bûye çavkaniya îlhamê ji bo pêngaveke zîrekane ya branda CeraVe?
Fîlma sînemayî Dune: Part Three, ku biryar e di 18ê Kanûna Pêşîn a îsal de were nîşandan, hevbeşiyeke stratejîk li gel branda berhemên çavdêriya çerm, CeraVe, drust kiriye. Lê gelo çi peywendiya van herdûyan bi hev re heye? Di cîhana fîlma Dune de, hesareyek heye bi navê Arrakis, ku biyabaneke gelek hişk e û av tê de gelek biqîmet e. Li aliyekî din ve, CeraVe krêma şêdarkirina çerm difroşe. Kompanyayê ev herdû hizr bi hev ve girêdane û pêngaveke hevbeş drust kiriye. Di yek ji vîdyoyên pêngavê de, di nav biyabanê de tu çaverê dikî ku heyberekî mezin ê fîlmê ji bin qûmê derkeve, lê li şûna wê, qutiyeke krêma CeraVe derdikeve! Ev jî bi şêweyekî henekî peywendiya di navbera hişkbûna biyabanê û pêwîstiya çerm bi şêdarbûnê nîşan dide. Lê waneya kirrûbirra vê nûçeyê çî ye? Li şûna ku CeraVe tenê bibêje «krêma me çerm şêdar dike», berhemê xwe dibe nav cîhana fîlmeke naskirî. Bi vî şêweyî, hewl dide sernica hewaydarên sînemayê ji bo berhemê xwe rabikêşe. Di heman demê de, hevbeşî dikare bibe sedema wê yekê ku xelk zêdetir behsa fîlma nû bikin. An bi yek hukmê kurt: «Di kirrûbirra sînemayê de, hevbeşiyeke serkeftî ne tenê danîna navê fîlmekê ye li ser berhemekî; belkî girîng e peywendiyeke manadar di navbera çîroka fîlmê û berhemê de hebe.»













