
Ji (SEO) ber bi (GEO) ve; çima Daily Mail xizmetguzariyeke nû ya marketîngê radigihîne?
«Berê marketîng tenê pêşbirk bû li ser wê yekê ku di Google de yekem bî, lê niha brand dixwazin jîrokiya çêkirî navê wan bîne û pêşniyar bike!»
Ji bo çendîn salan, yek ji mezintirîn armancên marketînga dîjîtalî ew bû ku dema kiriyarek di Google de lêgerînê dike, branda te di encamên destpêkê de derkeve. Lê niha reftara lêgerîna kiriyaran li ber e bi temamî tê guhertin. Kiriyar dikare rasterast ji (ChatGPT), (Gemini) yan modelên din ên jîrokiya çêkirî bipirse: «Baştirîn berhem ji bo min kîjan e?»
Li vir pirsiyara stratejîk êdî ne ew e ka branda te di Google de di çi astekê de ye, belkî pirsiyara nû ev e: Gelo jîrokiya çêkirî branda te dinase, navê wê tîne û ji kiriyar re pêşniyar dike?
Guhertina (GEO) bo bizneseke nû Rojnameya (Daily Mail) a Brîtanî niha kar li ser guhertina vê arasteyê bo bizneseke nû dike. Kompanya di niha de 12 heta 15 taqîkirinên taybet bi (GEO - Generative Engine Optimization) li Amerîka, Brîtanya û Australyayê birêve dibe, û plana wê heye ku di destpêka sala 2027an de (AI Visibility) yan "Diyarbûna brandê di nav jîrokiya çêkirî de" bike xizmetguzariyeke fermî ji bo brandan.
Şêwazê karê wan jî gelek balkêş e: Destpêkê (Daily Mail) dizane kiriyar çi cure pirsiyar û fermanan (Prompt) arasteyî AI dikin dema ku li berhem yan xizmetguzariyekê digerin. Paşê bi derbasbûna demê çavdêriya wan pirsiyaran dike ji bo wê yekê bizane AI pişt bi çi çavkaniyekê dibeste û navê kîjan brandê tîne. Eger derfet hebe, naveroka taybet drust dike ji bo zêdekirina şansa derketina brandê. Di yek ji taqîkirinên destpêkê de ji bo brandeke nenas a xizmetguzariya darayî, rêjeya derketina brandê di bersivên AI de ji nêzîkî 50% bo 75% bilind bûye.
Kêşeya mezin a (GEO) çî ye? Mezintirîn asteng heta niha ev e: Tu çawa dizanî ew derketina di nav AI de bûye sedema firotinê (Conversion)? Reng e kiriyarek navê branda te di (ChatGPT) de bibîne, lê rasterast klîk li ser lînkê neke, belkî piştî çend demjimêran di Google de li pey bigere yan rasterast biçe malpera te. Lewma girêdana vê derketinê bi dahat û firotinê ve hîn jî yek ji mezintirîn astengiyên (GEO) ye.
Wane ji bo marketêran çî ye? Ev nûçe tenê peywendî bi (Daily Mail) ve nîne, belkî nîşaneya guhertineke zebeleh e di marketînga lêgerînê de (Search Marketing). Berê xema sereke ev bû: «Ez çawa branda xwe di rûpela yekem a Google de derxînim?» Lê niha pirsiyareke nû drust bûye: «Dema AI bersiva pirsiyarên kiriyar dide, dê çawa branda min bibe beşek ji wê bersivê?»
Di paşeroja marketîngê de, ne tenê (Search Ranking) dê girîng be; belkî (AI Visibility) dê bibe meydaneke nû ya pêşbirka brandan. Lê divê em wê jî bizanin ku GEO hîn di destpêkê de ye û ti brandek nikare kontrola temam li ser wê yekê bike ku modelên zimanî (LLMs) di hemû bersivan de navê wan bînin. Lewma di îro de, GEO zêdetir stratejiyek e ji bo zêdekirina «egera derketinê», ne sozên misoger ji bo derketinê.













