
Biryara nû ya dadgeha Amerîkayê li dijî şîrketên medyaya civakî çiye û bandora wê li ser bazarkirinê (marketing) dê bibe çi?
Dadgeha Federal a Amerîkayê biryar da ku zêdetirî 3,000 dozên hiqûqî yên li dijî şîrketên (Meta, Google, TikTok, Snapchat) neyên redkirin û li dadgehan berdewam bikin. Gilî li ser wê yekê ne ku ev platform bi qestî wisa hatine dîzaynkirin ku zarok û ciwanan girêdayî xwe bikin (addict bikin), ku vê yekê jî zirar daye tenduristiya derûniya wan. Ev biryar dikare di pêşerojê de guhertineke mezin di stratejiyên bazarkirina dîjîtal de çêbike.
Hûrgiliyên girîng ên keysa hiqûqî:
Gilîdar kî ne? Malbat, dibistan û desthilatên herêmî yên Amerîkayê.
Naveka tohmetê: Bikarhanîna dîzayn û algorîtmayên girêdayîker (addictive) ji bo hiştina bikarhêneran li ser ekranan bo demeke dirêj, ku dibe sedema têkçûna tenduristiya derûniya ciwanan.
Binketina şîrketan di vê qonaxê de: Dadgehê hewldanên şîrketan ên ji bo redkirina dozan bi rêya yasaya (Section 230) pûç kir. Dadgehê ragihand ku ev yasa tenê dikare wek "berevaniyeke hiqûqî" were bikaranîn, ne wek "parêzbendiyeke mutleq" ji bo girtina dozan berî dadgehkirinê.
Bandora vê biryarê li ser warê bazarkirinê: Ji bo pisporên warê bazarkirinê, ev doz gelekî hesas e. Heke dadgeh di pêşerojê de biryara dawî li dijî van platforman bide, dê bandorên rasterast li ser bazarkirina dîjîtal ev bin:
Tundkirina rêzikên reklaman: Tê çaverêkirin ku yasayên tundtir ji bo şêwazê "bikaranîna armancê" (User Targeting) werin danîn, bi taybetî dema ku armanc zarok û ciwan bin.
Guhertinên algorîtmayan: Dibe ku platform neçar bibin şêwazê "pêşniyarkirina naverokê" (Content Recommendation) biguherînin da ku kêmtir girêdayîker be. Ev jî dê bibe sedema guhertina gihîştin (Reach) û bînerên organîk ên markeyan.
Bilandkirina standardên ewlehiyê: Yasayên parastina zarokan dê tundtir bibin, ku ev yek dê bandorê li cûreyê naveroka ku marke dikarin belav bikin, bike.
Guhertina stratejiya markeyan: Ji ber van guhertinên di rêzikên platforman de, marke û bazarkar dê neçar bibin stratejiya xwe ya dîjîtal û şêwazê kampanyayên xwe ji nû ve dîzayn bikin daku li gel jîngeheke nû ya ewletir û sînordartir biguncin.













