
Terxankirina 20 milyon poundî li Brîtanyayê, çêkirina studyoyeke 13 milyon dolarî li Amerîkayê, û destpêkirina kişandina fîlmên The Beatles
Sê nûçeyên mezin ên veberhênan û hilberîna sînemayî hatin belavkirin:
Projeya Liverpool Creative Campus: Hikûmeta Brîtanyayê 20 milyon pound ji bo veguherandina avahiya Littlewoods li Liverpoolê terxan kir da ku bibe navendeke hilberîna fîlman (bi du stêcên kişandinê) ku karên wê di bihara 2027an de dest pê dikin û 630 derfetên kar diafırîne.
Studyoya nû ya uStudio Pictures: Pargîdaniya uStudio Pictures bi veberhênana 13 milyon dolarî navendeke pêşkeftî bi navê The Lot li New Mexicoyê bi mebesta Virtual Productionê ligel Sonyê ava dike ku dê heta dawiya 2026an temam bibe.
Çar fîlm li ser grûpa The Beatles: Pargîdaniya Sony Pictures çar fîlmên sînemayî bi derhênaniya Sam Mendes çêdike; kişandina wan di Mijdarê de li Brîtanyayê dest pê dike bi lîstikvaniya Harris Dickinson, Paul Mescal, Barry Keoghan û Joseph Quinn.
Jêder: Daxuaniyên fermî yên hikûmeta Brîtanyayê, uStudio Pictures û Sony Pictures













