
Tenê naverok têrê nake; çima Salesforce 5,66 milyar dolar xerc dike da ku "xerîdar nas bike"?
«Di cîhana marketîngê de hemû kes behsa wê yekê dikin ka jîrokiya çêkirî çawa deq û wêneyan drust dike, lê danûstandina 5.66 milyar dolarî ya Salesforce îşaret e ji bo tiştekî mezintir: Paşeroja marketîngê ne di drustkirina naverokê de ye, belkî di naskirina kiriyar û biryardana rasteqîn de ye!»
Kompanyaya (Salesforce) ragihand ku rêkeftineke dawî îmze kiriye ji bo kirîna platforma navdar a (Braze), ku taybet e bi têkiliya kiriyar ve (Customer Engagement), bi bihayê nêzîkî 5.66 milyar dolaran.
Platforma Braze çi dike? Bi şêweyeki sade, alîkariya brandan dike ku reftara kiriyaran di dema rasteqîn de (Real-time) bixwînin û têkiliyeke guncaw li gel wan drust bikin. Ji bo mînak: Kiriyarek dikeve nav sepaneke (app) firotinê, kelûpelekî dixe selika xwe lê nakire û derdikeve. Sîstem rasterast vê reftarê tomar dike û dest bi biryardanê dike:
Çi peyamek ji bo vî kiriyarî guncaw e?
Kengî bê şandin?
Bi riya kîjan kanalê ve bê şandin (îmeyl, app, kurtepeyam, yan WhatsApp)?
Çi cure pêşniyarek yan daxistinek egera vegerandina kiriyar zêdetir dike?
Lê beşa herî balkêş li vir (BrazeAI) ye. Jîrokiya çêkirî ne tenê peyaman dinivîse, belkî di hilbijartina naverok, pêşniyar, kanal û dema şandina peyamê de alîkariya marketêran dike. Wate li şûna ku yek peyama giştî ji bo hezarên kiriyaran bê şandin, araste ber bi sîstemekê ve diguhere ku dizane: (kîjan kiriyar + kîjan peyam + kîjan kanal + kîjan dem).
Veguhastina ji «Automation» ber bi «Decisioning» Ev jî rast ew xal e ku danûstandina Salesforce girîng û stratejîk dike. (Salesforce) xwediyê mezintirîn sîstema (CRM) û datayên têkiliya kiriyar e, (Braze) xwedî şiyana bersivdana reftara kiriyar di dema rasteqîn de ye, û jîrokiya çêkirî (AI) jî dikare di navbera wan datayan de biryarê bide. Eger ev yek bi serkeftî bi hev re bên girêdan, marketîng dê pêngaveke mezin ji qonaxa (Automation) ber bi qonaxa biryardanê (Decisioning) bavêje.
Ji bo marketêran, ev guhertineke zexm û mezin e. Di paşerojê de pêşbirka navbera brandan ne tenê li ser wê yekê ye kî baştirîn reklamê drust dike, belkî li ser wê yekê ye kî baştir ji kiriyarê xwe têdigihîje û di dema guncaw de bersivê dide.
Lewma, Salesforce bi van 5.66 milyar dolaran ne tenê platformeke marketîngê dikire; belkî behs (bet) li ser paşeroja marketîngê dike: Paşerojek ku tê de AI ne tenê naverokê (Creative) drust dike, belkî beşdariyeke çalak di biryarên stratejîk ên marketîngê de jî dike.
(Têbînî: Rêkeftina dawî hatiye îmzekirin, lê danûstandin hîn bi dawî nebûye û pêwîstî bi pesendkirina pişkdaran û desthilatên rêkxistinê heye, û tê çaverêkirin ku di sala darayî ya 2028an de bi temamî bê cîbicîkirin).













