
Çawa jîrokiya çêkirî şêwazê birêvebirina pêngavên kesayetiyên bibandor diguherîne?
Kompanyayeke nû bi navê Tano karîbûye 4 mîlyon dolar sermaye kom bike, da ku bi alîkariya jîrokiya çêkirî şêwazê birêvebirina pêngavên kesayetiyên bibandor (înfliuenseran) asantir bike. Lê ev kompanya çi dike? Ka em nûmuneyekê bînin ziman. Bifikire brandeke cil û bergan dixwaze li gel 50 kesayetiyên bibandor kar bike, da ku berhemên xwe yên nû bide naskirin. Di şêwazê asayî de, pêwîst e kompanya kesên guncaw bibîne, peywendiyê bi wan re bike, li ser biha û mercan li hev bike û paşê çavdêriya belavkirina naverokan bike. Ev kar dem û hewleke zêde dixwazin. Hizra Tano ev e ku bi bikaranîna jîrokiya çêkirî, hindek ji van karan xwebixwe (otomatîk) bike, da ku brand bikaribin bi lez pêngavên xwe rêk bixin û birêve bibin. Lê xaleke girîng heye: Ew yek ku Tano karîbûye 4 mîlyon dolar sermaye kom bike, ne belge ye ku sîstema wê ji şêwazê asayî bibandortir e. Ev hîn jî pêwîstî bi encamên rasteqîn û pîvankirinê heye. Waneya kirrûbirrê ya vê nûçeyê çî ye? Jîrokiya çêkirî dikare karên dubarebûyî leztir bike, lê hilbijartina kesayetiya guncaw û drustkirina baweriyê li gel kiriyar, hîn jî girîng in. An bi yek hukmê kurt: «Di kirrûbirra kesayetiyên bibandor de, serkeftin ne tenê bi leza birêvebirina pêngavê tê pîvan; belkî bi wê yekê tê pîvan ka pêngavê çend karîbûye armancên brandê bi dest bîne.»













