
McDonald’s çawa dema benda xerîdaran vediguherîne derfeteke bi nirxê milyarek dolarî? Ev stratejiyeke nû ye ku ji firotina hambergeran wêdetir diçe û bala xerîdar û hişê wan vediguherîne nirxê bazirganî
McDonald’s, yek ji mezintirîn zincîreyên xwaringehên cîhanê ye, di cîhana kirrûbirrê (bazarkirinê) de gaveke wêrek û nû avêtiye; ew jî guherandina ekranên dîjîtal ên menuyan û amûrên xwestina xwarinê bo çavkaniyeke nû ya dahatê ye, bi rêya weşandina reklamên markeyên din. Ev raman bi awayekî zîrekane lîstikê bi aliyê derûnî û tevgera mişterî dike; çimkî gava ku mişterî daxwaza xwe tomar dike û li benda xwarina xwe dimîne, mêjiyê wî di rewşa amadebaşiyê de ye û bala wî bi temamî li ser ekranan e. Li vir, McDonald’s wan çend çirk an jî xulekên bendemayînê bi kar tîne û dike derfeteke zêrîn a reklamê. Ji bo nimûne, mişteriyek di dema li bendemayîna burgera xwe de, dibe ku reklama kompanyayeke sîgorteyê an jî berhemeke elektronîkî li ser ekranê bibîne.
Ev stratejiya nû ku di cîhana bazirganiyê de wekî (Retail Media) tê naskirin, ango guherandina xwaringehekê bo kanaleke medyayî. McDonald’s bi xizmetkirina rojane ya nêzî 26 milyon mişteriyan tenê li Amerîkayê, xwediyê jîngeheke fîzîkî ya pir qelebalix û tijî bîner e. Wek çawa dêwên mîna Amazon û Walmartê cihên reklaman li ser malperên xwe difiroşin, McDonald’s jî heman tiştî di cîhana rasteqîn û fîzîkî de dike. Cudahî di wê yekê de ye ku li vir ne hewce ye mişterî telefona xwe derxe an jî malperekê vebike daku reklamekê bibîne; belkî reklam bi xwe diçe wê jîngeha ku mişterî ji berê ve bi mebesta kirînê berê xwe dayê.
Ev taqîkirina ku di qonaxa xwe ya yekem de li 450 şaxên Amerîkayê dest pê kiriye, armanceke mezin li pişt wê heye. Kompanya pêşbînî dike ku eger ev model serkeftî be, wê demê ev tora reklamî dikare bibe çavkaniya çêkirina milyarek dolar dahata salane ya zêde, ew jî bêyî ku hewce bike ti şaxekê vebike an jî veberhênaneke mezin a nû bike bo bidestxistina wê pereyê.
Lê tevî vê yekê jî, mezintirîn astengiya ku rûbirûyî vê gavê dibe, parastina ezmûna bikarhêner e. Gelo mişterî dê ji dîtina reklamên derve di dema kirîna xwarinê de aciz bibe? Lewma pêwîst e McDonald’s gelek bi baldarî hevsengiyekê biparêze; bi awayekî ku reklam pêwendîdar û balkêş bin, bêyî ku bala sereke ya mişterî li ser ezmûna xwaringehê û çêja xwarinê têk bidin. Ev gav peyameke zelal dide me: Di modela nû ya bazirganiyê de, hebûna qelebalixî û mişteriyên berdewam ne tenê ji bo firotina berhemekê ye, belkî pêk tê ji afirandina platformekê ku tu dikarî bala mirovên tê de bifiroşî.
Gelo te tu carî hizir kiriye ku ev cureyê «revandina balê» dê bandoreke çawa hebe eger li jîngehên din ên wekî mol û bazarên Kurdistanê jî bê sepandin?













