
Dema algorîtm xeletiyekê dike û brand bacê dide; sedema rawestandina kempînên National Trust
«Jîrokiya çêkirî dikare leza berhemanînê zêde bike û têçûyan kêm bike, lê xeletiyeke biçûk a algorîtmê dikare derbeyeke mezin li bawerî û navûdengê branda te bixe!»
Dezgehê (National Trust), ku yek ji mezintirîn û naskirîtirîn dezgehên parastina şûnwarên dîrokî û siruştî yên Brîtanyayê ye, neçar ma hemû kempînên xwe yên reklamê li ser platforma (TikTok) rawestîne. Sedem çi bû? Derketina xeletiyekê bû di wê naverokê de ku ji aliyê jîrokiya çêkirî (AI) ve hatibû drustkirin.
Kêşe ji reklameke taybet bi kempîna endambûna dezgehê dest pê kir, ku tê de AI zanyariyeke xelet derbarê yek ji cihên dîrokî de bikar anîbû. Piştî derketina vê yekê, dezgehê ne tenê ew reklam jê bir, belkî tevahiya kempînan rawestand da ku pêdaçûnê di sîstem û şêwaza drustkirin û kontrolkirina naverokan de bike.
Ev rûdan mînakeke gelek zelal e ji bo metirsiyên diyardeya (AI Hallucination); wate ew dema AI zanyariyeke xelet bi şêweyeke gelek bawerpêkirî û bi dilniyayî pêşkêş dike.
Çima ev yek ji bo marketêran girîng e? Ev zengeke hişyarkirinê ye, bi taybetî dema em dibînin (wekî ku di lêkolîna Bench Media de berê me qala wê kir) ku 38% ji rêveberên marketîngê amade ne bêyî pêdaçûna mirovî (Human Review) biryarên AI pesend bikin.
Wane gelek sade ye: Leza AI nabe tu carî cihê kontrol û pêdaçûna mirovî bigire. Jîrokiya çêkirî dikare ramanan bide û proseya dahênanê (Creative) bileztir bike, lê dema logo û navê brandekê diçe ser naverokê, berpirsiyarî dikeve stûyê brandê, ne algorîtmê.
Di serdema AI de, pêşbirka rasteqîn a bazarê ne tenê li ser wê yekê ye kî bileztir naverokê berhem tîne; belkî li ser wê yekê ye kî baştirîn sîstem heye ji bo kontrolkirin, piştrastkirin û parastina baweriya branda xwe.













