
Pêşbaziya afirîneran (creatoran) guherî! Êdî ne tenê mirov armanc e; çima brand dixwazin bi rêya afirîneran kontrola pêşniyarên ChatGPT û AI’yê bikin?
Serdema Nû ya Afirînerên Naverokê: Pêşbaziya li ser Bala Jîriya Çêkirî (AI) Berê, hevkêşeya karkirina brandan bi afirînerên naverokê (Creators) re hêsan bû: bînerên zêdetir, têkiliyên (engagement) zêdetir, firotina zêdetir. Lê niha, guhertineke bingehîn di reftara kiryaran de, qanûnên lîstikê guherandiye; afirîner êdî ne tenê ji bo bala mirovan dikevin pêşbaziyê.
Ji Lêgerîna Google Ber bi Pêşniyarên AI'yê ve Kiryarê îro, ji bo dîtina "baştirîn kameraya geştiyariyê" li şûna lêgerîna Google, rasterast pirsan ji ChatGPT an amûrên din ên jîriya çêkirî dike. Vê yekê kiriye ku brand kontrola temamî ya bersivan ji dest bidin. Li vir, naveroka wan afirînerên ku AI wekî çavkanî pişta xwe pê dibestê, dibe çeka nû ya brandan.
Pîvera Nû ya Kirrûbirrê (Marketing): Xuyabûna di AI'yê de Di rabirdûyê de nirxandin li ser bingeha hejmara şopîner û qebareya dîtinê (views) bû, lê niha pîvereke nû derketiye holê: AI Visibility (Xuyabûna di AI'yê de).
Zanîn û Şarezayî li şûna Hejmarê: Afirînerekî naverokê bi 100 hezar şopîneran ku pispor û cihê baweriyê ye di warê xwe de, dikare ji bo makîneyên AI'yê çavkaniyeke biqîmettir be ji kesekî ku 5 mîlyon şopînerên wî hene lê bê kûrahî û pisporî ye.
Guhertina Stratejiya Brandan: Daneyên ajansa Tinuiti nîşan didin ku girîngîdana bi xuyabûna naverokê di AI'yê de, di dema kêmtirî heşt mehan de, ji pîvereke duyemîn bûye beşeke serekî di nirxandinan de.
Dîzaynkirina Naverokê ji bo Têgihiştina Makîneyan Ji bo ku naverokek bala AI'yê bikişîne, divê stratejiya wê bê guhertin:
Bikaranîna navên hûrgilî û fermî yên berheman.
Pabendbûna bi zanyariyên piştrastkirî ve.
Dabeşkirina vîdyoyê (Chapter Markers) li gorî pirsên rastîn ên mirovan.
Dabînkirina deqa nivîskî (Transcript) ya paqij û bêşeştî.
Zêdetir girîngîdan bi vîdyoyên dirêj li ser YouTube, ku gelek caran AI zêdetir wek çavkanî wan dixwîne heger bi vîdyoyên kurt (Shorts) re bêne berawirdkirin.
Gelo Nirxê Reklamên Afirîneran (Creators) Bilind Bûye? Heta niha guhertineke rasterast di nirxan (Rate Cards) de çênebûye. Pîvandina bandora rasterast a kampanyayan li ser AI'yê hê jî zehmet e, lê afirîneran dest pê kirine ku "asta xuyabûna xwe di AI'yê de" bixin nav dosyeya karên xwe (Media Kit), û tê pêşbînîkirin ku di 6 heta 12 mehên pêş de ev bibe faktoreke bibandor li ser nirxan.
Hevkêşeya Nû Kevneşopiya kevn ji bo razîkirina kiryaran ev bû: Afirîner → Kiryar. Modela nû ev e: Afirîner → AI → Kiryar. Di pêşerojê de, afirînerê bihêz ne tenê ew kes e ku bi mîlyonan kes wî dibînin, belkî ew kes e ku jîriya çêkirî wek çavkaniyeke cihê baweriyê wî dixwîne û pêşniyar dike.













