
Di reklama televîzyonê de guhertineke mezin; Walmart bi daneyên kiriyarên xwe serkeftina reklaman dipîve
«Li Google em dizanin xelk li pey çi digere, li Meta em dizanin çi bi dilê wan e, lê Walmart dizane xelk bi rastî çi dikirre! Niha ev çeka mezin diçe nava reklamên televîzyonê û her tiştî diguhere.»
Walmart pêngaveke zexm ber bi kontrolkirina bazara reklamê ve diavêje. Beşê reklamê yê kompanyayê (Walmart Connect) bi hevbeşî li gel (Warner Bros. Discovery) ragihandiye, ji bo yekemîn car reklamker dikarin daneyên kiriyarên Walmartê ji bo armanckirinê (Targeting) di televîzyona zindî de (Live Linear TV) bikar bînin.
Xeyal bike tu brandeke xwarinê yan kelûpelên nav malê yî. Berê te reklama xwe di televîzyonê de pexş dikir û te tenê didît ka gihîştiye çend kesan (Reach). Lê pirsa zehmet bê bersiv dima: Gelo wan kesên reklam dîtin, paşê ew berhem kirrîn? Niha bi rêya (Walmart DSP) ve, brand dikarin reklamên xwe di kanalên wekî TBS, TLC, truTV û Food Network de nîşan bidin û bi temamî bi daneyên kirînê ve girêbidin.
Hêza Walmartê di wê yekê de ye ku heftane nêzîkî 150 mîlyon kiriyar serdana firoşgehên fîzîkî û malpera wê dikin. Ev tê wê wateyê ku sînyaleke Walmartê heye ku heta dêwên teknolojiyê jî bi hêsanî destê wan nagihîjê: Daneyên kirîna rasteqîn (Actual Purchase Data). Sîstem dikare bipîve ka gelo wî kesê reklam li televîzyonê dîtî, paşê çû li Walmartê berhem kirrî yan na. Ev jî dike ku televîzyon ji amrazeke ji bo afirandina hişyariyê (Awareness), bikeve bin fişara pirsa firotinê (Performance).
Stratejiya Walmartê tenê di televîzyonê de kurt nabe. Kompanyayê hevbeşiyên xwe ji bo Spotify û Yahoo DSP berfireh kirine, herwiha pêştir jî li gel VIZIO CTV taqîkirineke serkeftî hebûye. Bi van pêngavan, Walmart sînorê (Retail Media) dişkêne; ku pêştir tenê pêk dihat ji peredanê ji bo derketina berhemekê li ser malpera Walmartê. Niha derbas dibe bo (Commerce Media), wate bikaranîna daneyên kirînê ji bo armanckirina bikarhêneran di deng (Audio), vîdyo û televîzyona girêdayî de (CTV).
Bazara reklamê pê dileyize qonaxekê ku tenê gihîştin (Reach) têr nake. Brand dixwazin bizanin gelo xerciya reklamên wan bûye sedema firotina rasteqîn? Google zanyariyên armanca lêgerînê (Search Intent) hene, Meta zanyariyên tevgera civakî (Social Behavior) hene, lê Walmart xwediyê daneyeke biqîmettir e: Ew tiştê ku kiriyar bi rastî pereyan jê re dide. Hevrikiya pêşerojê ya reklamê ne li ser wê yekê ye ka kî xwediyê zêdetirîn bîner e, belkî li ser wê yekê ye ka kî baştir dizane bînerên wî çi dikirrin.













