
Şerê nû yê firotina serhêl dest pê kir: Amazon rê nade hişê çêkirî ya Meta ku kirînê pêk bîne, lê Shopify vê guhertinê dipejirîne
Cenga nû ya paşeroja firotina onlayn dest pê kir: Amazon rê nade zîrekiya çêkirî ya Meta ku kirrînê bike, lê Shopify hembêza xwe ji vê guhertinê re vedike
Ev pêşhateya nû ne tenê hevrikiyeke sade ya di navbera sê kompaniyên mezin de ye, belkî pirseke pir çarenûsaztir derdixe pêş: Di serdema nûnerên zîrekiya çêkirî (AI Agents) de, kî dê peywendiya di navbera kiriyar û firoşkar de kontrol bike?
Hevrikiya Meta û Amazon Zîrekiya çêkirî ya Meta ku bi (Muse) tê naskirin, ne tenê chatboteke asayî ye, belkî nûnerekî kesî ye (Personal AI Agent) ku dikare li şûna bikarhêner lêgerînê bike, formeyan tije bike û bi razîbûna pêşwext proseya kirrînê jî encam bide. Lê kompaniya Amazon rê nedaye ku Muse li ser platforma wê kirrînê bike. Hinceta Amazon ew e ku Meta pêşwext ew agahdar nekirine, nûner di dema lêgerînê de xwe nade naskirin, û nîgeraniyên derbarê asayîş û parastina datayan de hene. Li hemberî vê yekê, Meta tekez dike ku Muse ti gihîştineke wê bi şîfre an jî agahiyên darayî yên bikarhêner tune ye û hemû data parastî ne.
Stratejiya vekirî ya Shopify Berovajî Amazonê, Shopify rêyeke vekirîtir hilbijartiye û bi temamî piştgiriya proseya kirrînê bi rêya Meta ve dike. Firotgehên Shopify dikarin rê bidin kiriyaran ku rasterast di nav ezmûna Meta de berheman bibînin û kirrînên xwe temam bikin. Her wiha, Shopify sîstema (Agentic Storefronts) xistiye kar, ku wisa dike berhemên firoşkaran ji aliyê kanalên cuda yên zîrekiya çêkirî yên wekî Google, Gemini, Microsoft Copilot û ChatGPT ve bi asanî bên dîtin.
Şoreşek di hevkêşeya marketîngê de Ev guhertin bandoreke pir mezintir li ser marketîngê bi xwe heye. Heta niha, geşta kiriyar di bazirganiya elektronî de bi vî awayî bû: (Dîtina reklamê ← Klîkkirin ← Çûyîna malperê ← Lêgerîn ← Berawirdkirin ← Kirrîn) Lê nûnerên zîrekiya çêkirî dikarin piranîya van qonaxan derbas bikin. Bikarhêner tenê dibêje: "Baştirîn pêlava bazdanê ji min re bibîne ku ji 150 dolaran bihatir nebe". Paşê, nûner bi xwe berheman dibîne, wan berawird dike û bi razîbûna kiriyar proseyê bi dawî tîne.
Astengiya nû ji bo markeyan û metirsiya li ser Amazon Li vir pirseke giring ji bo markeyan çêdibe: Heger AI biryarê li ser hilbijartina berhemê bide, tu çawa dikî ku berhema te hilbijêre? Ev pêşhate dibe sedema guhertina bineretî ya têgehên wekî SEO, dîtina berhemê û heta nasnameya markeyê jî. Di pêşerojê de, marke ne tenê hevrikiyê li ser balkişandina mirovan dikin; belkî divê data, nirx, nirxandin û agahiyên xwe bi awayekî rêk bixin ku zîrekiya çêkirî bi asanî ji wan têbigihe û pêşniyar bike.
Ev mijar ji bo Amazonê hestyariyeke taybet heye; ji ber ku Amazon ne tenê firotgeh e, belkî xwediyê karsaziyeke mezin a reklamê ye. Heger kiriyar ji bo lêgerîn û berawirdkirinê neçe nav Amazonê û AI wî karî ji bo wî bike, wê demê rêjeya dîtina reklaman û "berhemên sponserkirî" bi asteke berçav dadikeve, ku ev jî metirsiyeke mezin e li ser modela dahata reklamên wê.
Di dawiyê de, ev ceng li ser wê yekê ye ku di pêşeroja E-commerce de, kî di navbera kiriyar û markeyê de disekine: Firotgeha onlayn, motora lêgerînê, medyaya civakî, an nûnerê zîrekiya çêkirî? Amazon hewl dide wê peywendiyê di nav dîwarên xwe de bihêle, di demekê de ku Shopify dixwaze xwe bixe nav dilê wê cîhana nû ya ku tê de zîrekiya çêkirî dibe kiriyarê serekî.













