
Microsoft Copilot ji çatboteke sade diguhere bo nûnerekî zîrek (AI Agent); şiyana wê ya dariştina planan, rêkxistina budçeyê û şîrovekirina datayên kampanyayan heye
Heta niha, piraniya me jîriya çêkirî (AI) wekî alîkarekî bi kar tîne; em pirsan araste dikin, daxwaza nivîsîna deqan jê dikin an datayan pê didin şîrovekirin. Lê belê Microsoft gaveke nû û mezintir diavêje: AI ji niha û pê ve ne tenê bersivder e, belkî «encamderê karan e».
Microsoft versiyona nû ya Copilot bi şiyana «Agentic» (nûneratîkirin) daye naskirin. Ev jî bi wê wateyê tê ku bikarhêner tenê armancekê didiyê, û Copilot bi xwe çend pêngavên li pey hev cîbicî dike ji bo gihîştina bi wê armancê. Bo nimûne, li şûna ku marketêrek pêşî biçe bernameya Word ji bo nivîsîna plana xistina bazarê ya berhemekê (Product Launch) û paşê biçe Excel ji bo texmînkirina budçeya wê, dikare tenê fermanekê bide Copilot daku hem planê dabarêje û hem jî budçeyê di nav Excel de amade bike.
Ji bo şarezayên marketîngê, ev pêşhat gelekî balkêştir e. Microsoft ragihandiye ku Copilot dikare bi rengekî rasterast datayên kampanyayan bîne nav Excel, şîrovekirinê ji bo vegera veberhênanê (ROI) bike, û di dawiyê de kurteya encaman ji bo pêşkêşkirinê (Presentation) amade bike. Berê jî, Microsoft Advertising sîstema MCP xistibû kar ku rê dida nûnerên zîrek destê wan bigihêje datayên rasterast ên kampanyayên reklamî, asta karkirina wan (Performance) bipşkinin û hûrbînî (Audit) ji bo kampanyayan bikin.
Ev guhertineke bingehîn e. Heger heta duh AI tenê «alîkarê marketêr» bûbe, qonaxa Agentic AI ber bi wê yekê ve diçe ku bibe «encamderê karan». Ev yek jî dike ku di paşerojê de marketêr demeke kêmtir bi komkirina datayan, amadekirina raporan û karên rûtînî ve biborin, û li şûna wê hemû bala xwe bidin ser stratejî, dahênan (dahênana krîyeytîv) û biryarên çarenûssaz.
Tevî van hemûyan jî, ev pêşketin bi wê wateyê nayê ku AI bi temamî cihê mirovan digire. Hêjî ev mirov e ku divê armancan diyar bike, sînor û budçeyan deyne, biryarên stratejîk bide û çavdêriya dawî ya encaman bike.
Pirsa mezin a li pêşiya şarezayên marketîngê li vir e: Heger AI bikaribe planan dabarêje, datayan şîrove bike û beşeke zêde ya karan bi rengekî xwebexş (otomatîk) encam bide, erka serekî ya marketêran di çend salên pêş de dê çi be?













