
Google reklaman tîne nav Gemini; hevrikiya marketîngê ji lêgerînê (Search) vediguhere guftûgoya li gel AI
«Piştî bi salan hevrikî ji bo girtina cihê yekem di encamên Google de, niha hevrikiyeke nû dest pê dike: Tu yê çawa markeya xwe bixî nav guftûgoya Gemini?»
Li gorî raporeke nû ya Adweek, kompanyaya Google li gel hejmarek ji kiriyarên xwe yên reklamê di guftûgoyê de ye û ji wan re ragihandiye ku plan dike di sala 2026an de reklaman bîne nav çatbota Gemini. Du şarezayên kirrîna medyayê (Media Buyer) ku agahdarî guftûgoyan bûn, ev nûçe piştrast kirine. Lê heta niha Google hîç hûrgiliyeke derbarê şêwazê derketina reklaman, nirx, yan qonaxa taqîkirinê eşkere nekiriye.
Xala herî balkêş a vê pêşhatê ew e ku ev plan bi temamî cuda ye ji modela (Google AI Overviews) ku me berê dîtibû. Li vir reklam nakevin nav encamên lêgerîneke asayî bi alîkariya AI, belkî platforma çatbotê ya Gemini bi xwe dibe jîngeheke nû ji bo nîşandana reklaman.
Ev pêngav bingeha reklama dîjîtalî diguhere. Di modela nerîtî ya lêgerînê (Search) de, markeyan li ser peyvên serekî (Keywords) û derketina di rêzbendiya yekem de hevrikî dikirin. Lê di nav çatboteke jîriya çêkirî de, ezmûn bi temamî cuda ye. Bikarhêner êdî bi peyvên qutkirî nagerin, belkî pirseke rasterast dikin: "Baştirîn laptop ji bo karê dîzaynê çi ye?" û AI bi şêweyê guftûgoyê bersivê dide.
Heger reklam biçe nav vê jîngehê, pirsa mezin a li pêşiya marketêran diguhere. Êdî kêşe ne ew e ka tu yê çawa di lîsteya encamên lêgerînê de derkevî, belkî astenga nû ev e: Tu yê çawa markeya xwe bikî beşek ji bersiv û guftûgoya jîriya çêkirî bi şêweyekî xuristî û bawerpêkirî?













