
Qonaxeke nû di reklamê de; Runway proseya dahênanê (Creative) xwebexş dike, ku tê de AI ji datayan fêr dibe ji bo berhemanîna kampanyayên serkeftîtir
Heta niha jîriya çêkirî (AI) di marketîngê de zêdetir wekî amûrekê ji bo nivîsîna deqan, an çêkirina wêne û vîdyoyan hatiye bikaranîn. Lê kompanyaya Runway bi nasandina platforma nû ya "Runway Ads" dixwaze vî sînorî derbas bike. Platform sîstemeke jîriya çêkirî ye ku ji bo rêvebirina temam a beşa dahênanê (Creative) di kampanyayên firotinê (Performance Marketing) de hatiye çêkirin; wate AI reklamê çêdike, belav dike, encamên wê dipîve, û piştre li ser bingeha wan encaman guhertoyên baştir û nûtir berhem tîne.
Şêwazê karkirina sîstemê bi wî rengî ye ku destpêkê marke hejmarên (account) xwe yên reklamê li Meta, Google û TikTokê bi platformê ve girê didin û nasnameya markeya xwe (Brand Kit) didinê. Piştre, sîstem sûdê ji reklamên berê, wêneya berheman û rênimayên markeyê dibîne ji bo çêkirina dehan guhertoyên nû yên vîdyo û wêneyan. Bo nimûne, li şûna dubarekirina yek reklama vîdyoyî ya serkeftî, sîstem dehan cureyên cuda jê çêdike bi guhertina destpêka vîdyoyê (Hook), bîner (Audience), format, û peyama kirrînê (Call to Action), hevdem qebareya vîdyoyan jî li gorî cihê belavkirina wan diguhere. Yekeke din ji şiyanên wê, guncandina navxweyî ye (Localization); wate heger kampanyayek li çend welatan bê belavkirin, sîstem xwebexş deqa ser şaşeyê, wêneya berhemê û deng (Voiceover) li gorî bazarên cuda diguhere bêyî ku ji yasayên dengê markeyê derkeve.
Qonaxa herî balkêş a platformê piştî pesendkirina reklaman ji aliyê mirov ve ye. Sîstem rasterast reklaman ji platforman re dişîne û piştre datayên encaman (Performance) werdigire. Li vir xelekeke berdewam (çêkirin, pesendkirin, belavkirin, pîvandin, fêrbûn, û çêkirina guhertoya nû) dest pê dike. Heger sîstem têbînî bike ku cureyekî diyarkirî yê vîdyoyê xerckirineke baştir heye, xûla bê ya reklaman li ser wê bingehê çêdike ku zêdetirîn serkeftin bi dest xistine. Runway bi xwe ev jêrxane ji bo kampanyayên xwe li Meta û TikTokê taqî kiriye û ragihandiye ku di demeke kurt de hejmara reklamên heftane ji 77an bo nêzîkî 900î zêde kiriye, qezenca xerciya reklamê (ROAS) du qat bûye, û têçûya bidestxistina her beşdarekî 41% daketiye.
Ev pêşhat guhertineke bineretî di karê tîmên dahênanê (Creative Team) de çêdike. Li şûna ku tîm bi destan dehan guhertoyên cuda, guhertina qebare û wergêranê encam bidin ku dem û têçûyeke zêde divê, tenê stratejî û sînorên markeyê diyar dikin û karê çêkirin û taqîkirinan dispêrin jîriya çêkirî ya encamder (Agentic AI). Herçend biryara dawî hêjî di destê mirov de ye û sîstema pesendkirina mirovî (Human Approval) berdest e, lê peyama mezin a vê nûçeyê ew e: Jîriya çêkirî êdî ne tenê berhemhênerê naverokê ye, belkî xwedî fêr dibe kîjan cureyê reklamê serkeftî ye û xwebexş guhertoyên serkeftî zêdetir dike.













