
Karmend dibin Creatorên nû yên brandan; 40% ji xerîdaran her meh bi saya naveroka karmendan berhem û xizmetên nû keşf dikin
Rola karmendan di pargîdaniyan de hêdî hêdî diguhere. Karmend êdî tenê kesek nîne ku li pişt perdeyê ji bo brandekê bixebite; di hin pargîdaniyan de, karmend bi xwe dibe Creator û dengê brandê li ser medyaya civakî.
Rapora Sprout Social nîşan dide ku 40% ji bikarhêneran her meh bi saya naveroka ku ji aliyê karmendên pargîdaniyan ve tê çêkirin, berhem an xizmeteke nû keşf dikin. Di nav Gen Z de ev rêje hê zêdetir e û digihîje 61%.
Ev trend bi navê Employee-Generated Content (EGC) tê naskirin. Yanî naveroka ku karmendên pargîdaniyê bi xwe derbarê berhem, xizmet, hawîrdora karê an ezmûna xwe de çêdikin.
Mînak, li şûna ku xwaringehek tenê reklameke profesyonel belav bike, aşpêjekî wê dikare vîdyoyekê derbarê awayê amadekirina xwarinê de çêbike. An jî karmendekî firoşgeheke cil û bergan dikare bi şêwaza xwe nîşan bide ka berhemên nû çawa tên bikaranîn.
Sedema hêzdarbûna vê cure naverokê jî sade ye: mirov dixwazin mirovên rastîn bibînin. Sprout Social dibêje bikarhêner dengê karmendan rasttir û bawerbarتر ji naveroka pir xemilandî ya hesabên fermî yên brandan dibînin.
Hin brandên mezin jî dest bi vê stratejiyê kirine. Gap Inc. bernameya Creator a xwe ji bo karmendên Gap, Old Navy, Athleta û Banana Republic vekiriye, da ku naverokê çêbikin û bi riya affiliate link komîsyonê bistînin. Starbucks jî bi bernameya Green Apron Creators piştgirî dide karmendên xwe yên ku naverokê çêdikin.
Encam jî balkêş in. Gap dibêje ku bernameya wê di sala yekem de nêzîkî 30 hezar naverokên cuda hilberandine û bi giştî gihîştine 154 milyon kesan.
Lê mijar tenê ew nîne ku “karmend vîdyo çêbikin”. Dema pargîdanî bi awayekî fermî ji karmendan ji bo danasîna brandê sûd werdigire, mijara dayîna pereyan û mafên karmendan jî derdikeve holê. Di rapora Sprout Social de, 61% ji bikarhêneran bawer dikin ku pargîdanî divê pereyê zêde bidin karmendên ku naveroka danasînê ji bo brandê çêdikin.
Ji bo marketîngeran, peyama sereke zelal e: dibe ku Creatorê herî baş ji bo brandê te her dem ew kes nebe ku milyonek follower hebe; dibe ku ew karmend be ku her roj bi berhema te re dixebite û dikare çîroka wê bi zimanekî rastîn ji mirovan re vebêje.













