
Apple derbeke bêdeng li kompanyayên reklamê dixe; iOS 27 pêşeroja marketîngê diguhere
«Şerê pêşerojê yê reklamê ne tenê li ser bala kiriyar e, belkî li ser wê yekê ye ka kî xwediyê pêwendiya rasterast e bi wan re! Apple careke din qanûnên lîstikê diguhere û vê carê ne tenê Cookie, belkî cîgiran jî dike armanc.»
Kompanyaya Apple li pişt perdeya amûrên xwe guhertineke teknîkî encam dide ku dikare erdhejekê di bazara reklama dîjîtal de çêbike. Di weşanên (iOS 27) û (Safari 27) de, motora WebKit dest bi blokkirina çendîn domainên girêdayî kompanyayên dêw ên teknolojiya reklamê (AdTech) û sîstemên naskirina bikarhêneran kiriye, wekî The Trade Desk, LiveRamp, ID5 û çendîn din.
Çima ev şoreşeke nû ye? Piştî ku bazara reklamê hest bi metirsiya jinavçûna (Third-party Cookies) kir, kompanyayan dest bi çêkirina "nasnameya cîgir" (Alternative ID) kirin da ku bikaribin di malperên cuda de kiriyaran binasin û reklamên peywendîdar nîşanî wan bidin. Lê Apple bi vê guhertina nû, rasterast wan teknolojiyên cîgir jî blok dike. Bandor ewqas kûr bûye ku bo nimûne domaina (adsrvr.org) ya ser bi The Trade Desk hatiye rawestandin; bi vê yekê ne tenê şopandina bikarhêner (Tracking) sînordar bûye, belkî proseya gihandina xudê reklaman jî tûşî kêşeyan bûye.
Paradoksa parastina taybetmendiyê (Privacy) Apple vê pêngavê li jêr navê parastina taybetmendiya bikarhêneran û rêgirîkirina li şopandina navbera malperan (Cross-site Tracking) encam dide. Her çend ev ji bo bikarhêner nûçeyeke baş e, lê encameke alîkî ya metirsîdar ji bo bazara vekirî ya înternetê (Open Web) heye. Dema armanckirin (Targeting), dubare armanckirin (Retargeting) û pîvandin (Measurement) di webê de zehmet dibe, reklamker neçar dibin pena bibin bo wan jîngehên girtî ku bi xwe xwediyê daneyên kiriyar in, wekî: Google, Meta, Amazon, Walmart û heta bi xwe Apple jî!
Peyam ji bo marketêran çî ye? Dinyaya reklama dîjîtal bi lez ji wî sîstemî dûr dikeve ku pişt bi naskirin û şopandina bikarhêner dibeste bi rêya aliyê sêyem ve. Êdî dema wê yekê ye brand veberhênanê di daneyên taybet bi xwe de (First-party Data) bikin, wekî: daneyên kirînê, sîstema CRM, programên dilsoziyê (Loyalty Programs), îmeyl û tevgera kiriyar li ser malpera brandê bi xwe.
Eger stratejiya reklama branda te hê jî pişta xwe bi wê yekê dibeste ku kiriyarekî di her cihê înternetê de binasî, wê demê guhertinên nû yên Apple dikarin wê stratejiyê bi temamî bilerizînin. Hevrikiya pêşerojê li ser wê yekê ye ka kî bi rasteqînî xwediyê daneyên kiriyarên xwe ye û kî hê jî çaverêyî daneyên kesên din e.













