
Pinterest taybetmendiyên reklamê li nava lêgerîna dîtbarî (visual search) bi cih dike; marqe dikarin di dema lêgerîna wêneyan de rasterast hilberên xwe ji xerîdaran re bidin nasîn
Pinterest pêngaveke stratejîk a nû di bazara reklama dîjîtal de avêtiye bi nasandina formateke nû bi navê reklamên lêgerîna dîtbarî (Visual Search Ads). Ev taybetmendî derfetê dide markeyan ku reklamên xwe rasterast di wê kêliyê de nîşan bidin dema ku bikarhêner bi rêya wêneyekê li berhemekê digere.
Di modela lêgerîna asayî de, bikarhêner pişta xwe bi nivîsandina peyvan girêdida, lê di lêgerîna dîtbarî de (Visual Search), wêne bi xwe dibe keresteyê lêgerînê. Heger bikarhênerek ji cilekî, çenteyekî, an perçeyekî mobîlyayê hez bike, dikare bi rêya wêneyê wî li berhemên hevşêwe bigere. Ji niha û pê ve, marke jî dikarin berhemên xwe yên peywendîdar di nav encamên vê cûre lêgerînê de an jî di dema nêzîkkirina wêneyan (Pins) de nîşan bidin.
Hêza armanca kirrînê di lêgerîna dîtbarî de Tiştê ku vê taybetmendiyê giring dike, hebûna armanceke bihêz a kirrînê ye. Dema ku kesek bi wêne li berhemekê digere, bi piranî armanc ne tenê derbaskirina demê ye, belkî tiştek dîtiye ku bala wî kişandiye û dixwaze berhemeke hevşêwe bidest bixe. Li gorî amaran Pinterest, mehane zêdetirî 80 milyar lêgerîn di platformê de tên kirin, ku piranî ji wan dîtbarî ne û zêdetirî nîvê wan bi armanca bazirganî û kirrînê tên encamdan. Ev jî derfeteke zêrîn e ji bo markeyan da ku di dema herî guncaw de derkevin pêş.
Asankarî ji bo reklamkaran û bikaranîna AI
Pêşniyarkirina nirx: Reklamkar dikarin hevrikiyê bikin ji bo bidestxistina cihên serî yên encamên lêgerînên dîtbarî.
Kurtkirina dema kirrînê: Bi klîkkirina li ser reklamê, kiriyar rasterast ber bi malpera firoşkar ve tê arastekirin, ku ev jî proseya dîtin û kirrînê bileztir dike.
Piştbestin bi AI: Ev formata nû li gel sîstema (Pinterest Performance+) kar dike, ku pişta xwe bi zîrekiya çêkirî girêdide ji bo başkirin û otomatîkkirina kampanyayan, daku reklam di dema herî guncaw de bên nîşandan.
Guhertin di têgeha lêgerînê de Ev pêngav peyameke mezin ji bo cîhana marketîngê (bazargeriyê) heye: Lêgerîn êdî tenê di peyvan de kurt nabe. Bi salan, marketînga lêgerînê (Search Marketing) tenê pişta xwe bi peyva serekî (Keyword) girêdida. Lê niha, wêne bi xwe bûne xala destpêka geşta kiriyar. Bo nimûne, kiriyarek dikare wêneyê çirayeke balkêş li kafeyekê bikişîne, li Pinterestê lê bigere, û rasterast reklama markeyên peywendîdar bibîne û bikirre.
Ev guhertin bi taybetî ji bo pîşesaziyên faşon, ciwankarî, dekora malê, mobîlya û berhemên şêwaza jiyanê (Lifestyle) sûdbexş e, ji ber ku biryara kirrînê di van waran de bi piranî bi dîtina berhemekê dest pê dike.
Biryar e taybetmendiya (Visual Search Ads) di çend hefteyên bê de bi şêwazê taqîkarî (Beta) ji bo beşek ji reklamkaran berdest bibe. Bi vê pêngavê, Pinterest dixwaze wê kêliya ku kiriyar dibêje «ez tiştekî wekî vî dixwazim» bi kar bîne û bazneya dîtin, lêgerîn, reklam û kirrînê di yek ezmûneke yekgirtî de kurt bike.













