
Êrîşa rasterast a Domino’s li ser Big Mac û Whopper; çima brand li şûna bêdengiyê, navê hevrikên xwe dikin çeka reklamên xwe?
Domino’s Pizza di kampanyayeke nû de, ji bo hevrikiyê rêyeke tundtir û balkêştir hilbijartiye. Li şûna ku tenê qala pîtza û nirxê berhemên xwe bike, berhemên naskirî yê bazara fast-foodê, wek Big Mac, Whopper û Crunchwrap Supreme, dixe nava kampanyayê û xwe rasterast bi wan re dide ber hev. Kampanya bi şêwazeke komedî, mubalexe û hinekî tarî hatiye amadekirin.
Çima Domino’s navê hevrikên xwe tîne? Di marketinga asayî de, gelek brand hewl didin cudahiya xwe nîşan bidin, lê bi awayekî rasterast navê hevrikên xwe naynin. Domino’s li vir rêyeke berovajî digire. Armanc ne tenê ew e ku bibêje «pîtzaya me baştir e». Brand hewl dide çarçoveya hevrikiyê biguherîne. Yanî, kirryar Domino’s-ê tenê bi Pizza Hut an Papa Johns re nede ber hev, lê dema ku bîra xwe dibe ser fast foodê, pîtzaya Domino’s di heman lîsteya hilbijartinê de bi burger, taco û berhemên zincîreyên din re deyne. Ev xaleke stratejîk a girîng e. Çimkî heger kirryar Domino’s-ê tenê wekî «brandeke pîtzayê» bibîne, hevrikiya wê tenê bi bazara pîtzayê re sînordar dibe. Lê heger bikaribe xwe wekî bijardeyek ji bo her daneke xwarina bilez bixe serê kirryaran, bazara hevrikiya wê berfirehtir dibe.
Hevrikî li ser «Nirx»ê ye Ev kampanya ji valahiyê nehatiye. Domino’s di sala 2025an de jî kampanyayek bi rê ve bir ku tê de nirxê perçeyek pîtzaya xwe rasterast bi perçeyek burger re dida ber hev. Ew kampanya hewlek bû ji bo ku dema kirryar li hember bihayan hestyartir bûn, Domino’s xwe wekî bijardeyeke binirx nîşan bide. Kampanyaya nû wê stratejiyê berfirehtir dike. Bi wateyeke din, peyam ne tenê ev e: «Pîtzaya me ji pîtzaya hevrikan baştir e». Zêdetir nêzîkî vê yekê ye: «Berî ku tu pereyê xwe ji bo her fast food-eke din xerc bikî, me jî wekî bijardeyekê li ber çavan bigire.»
Çima Reklama Berawirdî (Comparative Advertising) bandordar dibe? Berawirdkirina rasterast dikare pirsgirêkeke girîng a marketingê çareser bike: Kirryar te bi çi dide ber hev? Brand dikare bi anîna navê hevrikan, xwe bixe heman çarçoveya hizirkirina kirryaran. Dema ku Domino’s qala Big Mac an Whopper dike, bi awayekî nerasterast dibêje: «Dema ku te car din biryara xwarina bilez da, me jî bi van re bide ber hev.» Ji aliyê positioning ve, ev yek girîng e, çimkî brand xwe ji kategoriyeke teng derdixe û dixe nava hevrikiyeke berfirehtir.
Lê anîna navê hevrikan metirsiya wê jî heye Reklama Berawirdî her tim bi qezenca wê branda ku dest pê kiriye bi dawî nabe. Dema ku Domino’s berdewam Big Mac û Whopper tîne ziman, di heman demê de nav û berhemên hevrikên xwe jî dixe ber çavên cemawer. Heger peyam ne bihêz be, egera wê heye ku kirryar li şûna Domino’s, zêdetir bîra xwe bibe ser McDonald’s an Burger King. Lewma anîna navê hevrikan bi tenê ne stratejiyek e. Divê sedemeke zelal a brandê hebe daku kirryar piştî berawirdkirinê wê hilbijêre.
Peyama mezintir a kampanyayê Xala herî girîng a vê nûçeyê ne tenê ew e ku Domino’s qerfan li Big Mac û Whopper dike. Babeta mezintir ew e ku brand dikare bi xwe diyar bike bê di serê kirryaran de bi kê re hevrikiyê dike. Domino’s hewl dide sînorê «pîtzayê» bişkîne û bibêje ku hevrikên me ne tenê pîtzafiroşên din in; her brandeke ku kirryar dikare ji bo daneke xwarina bilez pereyan bide wê, hevrikê me ye. Heger ev positioning di serê kirryaran de cih bigire, serkeftina kampanyayê dê ji çend view û like-an gelek mezintir be. Lê niha hê zû ye ku em bibêjin gelo kampanyayê bi rastî reftara kirînê an market share a Domino’s-ê guherandiye yan na. Nûçe stratejiyê nîşan dide, ne ku serkeftina dawî.
