
Toy Story 5 çawa bîranînên borî bi kar tîne da ku bilêtan bifiroşe nifşên cûda?
Di kirrûbirra fîlma Toy Story 5 de, arîşeyeke balkêş hebu: Çawa fîlmek ku nifşek pê re mezin bûye, dê were firotin ji bo nifşekî nû? Çareseriya wan bikaranîna bîranînên borî û malbatê bû. Li şûna ku tenê kesayetiyên bibandor yên naskirî bi kar bînin, pêngavê sernic xiste ser drustkerên naveroka malbatî; wate dayîk û bavek ku bi xwe bi vê fîlmê re mezin bûne û niha ezmûna fîlmê li gel zarokên xwe parve dikin. Bi vî şêweyî, kirrûbirra fîlmê du grûpên cuda bi yek çîrokê ve girêdan: Dayîk û bav bi bîranînên zarokatiyê, û zarok bi ezmûneke nû. Drustkerên naverokê bi kurtevîdyo, çîrok û belavokan ezmûna malbata xwe li gel fîlmê belav kirin û pêngavê, li gorî amara dezgeha Talentrack, zêdetirî 3.5 mîlyon dîtinên sirûştî (bê sponsor) li ser Instagramê bi dest xistin. Lê divê em li vir hûr bin: Ev hejmar ji aliyê bi xwe Talentrack ve hatiye ragihandin, ku beşdarê pêngavê bû; ji ber vê yekê pîvankirineke serbixwe nîne. Herwiha 3.5 mîlyon dîtin bi xwe naselemîne ku heman pêngavê firotina bilêtê zêde kiriye. Lê ji rûyê stratejiya kirrûbirrê ve, hizr girîng e. Ev fîlm ne tenê fîlmeke zarokan e; belkî samaneke hizrî ye ku nifşek pê re mezin bûye. Ji ber vê yekê bîranînên borî dikarin bibin pirek di navbera du nifşan de: Bîranîn ji bo dayîk û bav paşê ji bo zarokî û piştre ezmûna hevbeş a sînemayê. Wate li şûna ku tu tenê bibêjî: «Fîlmeke me ya nû heye, werin bibînin.» Tu dikarî bibêjî: «Ew çîroka ku tu pê re mezin bûyî, niha li gel zarokê xwe berdewamiyê pê bide.» Ev waneyeke girîng ji bo kirrûbirra sînemayê drust dike: Samana kevn ne tenê bi bîranînên borî zindî dimîne; divê tu bîranînê bikî bi pirek ji bo drustkirina nifşekî nû yê bîneran.













