
Çawa branda Rao’s bi hejmartina jêmên mayî li gel malbatê, reklameke hestyarî ya bibandor drust dike?
Branda amerîkî Rao’s Homemade, ku sosa xwarinê berhem tîne, di pêngaveke nû de hizreke cuda ya kirrûbirrê bi kar aniye. Kompanyayê fîlmeke çar xulekî bi navê «Tenê ji bo demeke sînordar» belav kiriye. Di fîlmê de, sê kes behsa wê yekê dikin ka çend caran li gel malbat û hezkiriyên xwe nan dixwin. Paşê qutiyeke sosa Rao’s didin wan ku hejmarek li ser hatiye nivîsîn. Ew hejmar texmînek e ji bo wê yekê ka çend jêmên hevbeş li gel hezkiriyên wan mane. Ev we dike ku hizr di wê yekê de bikin ka derbaskirina demê li gel malbatê çend girîng e û çawa bêyî ku em pê bihesin, derbas dibe. Lê hizra kirrûbirra vê pêngavê çî ye? Di kirrûbirrê de gelek caran destewajeya «pêşniyara dema sînordar» tê bikaranîn, da ku xelk han bidin zûtir berhemekê bikirin. Lê Rao’s ev hizr bi şêweyekî cuda bi kar aniye. Li şûna ku bibêje «Tenê çend roj mane tu vê sosê bi daxistinê bikirî», dibêje: «Ew dema tu li gel hezkiriyên xwe derbas dikî, sînordar e.» Bi vî şêweyî, brand hewl dide berhemê xwe bi bîranîn û peywendiya malbatî ve girêbide. Ev nûmuneyeke serkeftî ye di kirrûbirra hestyarî de, ku tê de brand bi rêya hest û çîrokê hewl dide peywendiyeke nêzîktir li gel kiriyar drust bike. An bi yek hukmê kurt: «Hindek caran reklama herî bihêz ev nîne ku behsa berhemê te bike; belkî ev e ku we li xelkê bike hizr di tiştekî girîng ê jiyana xwe de bikin.»













