
Pêşketina bilez a zîrekiya çêkirî (AI) li şûna ku hevrikiyên nû biafirîne, serdestî û hegemoniya Google, Meta û Amazonê di bazara reklamên dîjîtal de çend qat zêdetir dike.
Dema ku dihate pêşbînîkirin pêşketina zîrekiya çêkirî derfetê ji bo hevrikên piçûk û nû biafirîne, lê daneyên nû berevajiyê vê yekê nîşan didin; zîrekiya çêkirî serdestiya kompaniyên mezin ên wekî Google, Meta û Amazonê di bazara reklaman de bihêztir dike. Li gorî şîroveyeke malpera Digiday ku pişta xwe bi daneyên Madison & Wall girêdaye, di sala 2025an de van her sê kompaniyan bi hev re %56 ji tevahiya dahata bazara reklamên Amerîkayê (ji bilî reklamên siyasî) kontrol kirine, di demekê de ku ev rêje di sala 2024an de tenê %53 bû.
Di wê heyamê de pişka Google di bazarê de ji %28 ber bi %29, Meta ji %17 ber bi %19 û Amazon jî ji %8 ber bi %9 ve bilind bûye. Di beramber de, pişka tevahiya kompanî û platformên din bi hev re ji %47 daxistiye %43an. Lê pirs ev e, rola zîrekiya çêkirî di vê guhertinê de çî ye?
Her sê platform bi lez ber bi bikaranîna pergalên xweser (otomatîk) ve di birêvebirina reklaman de pêngavan diavêjin. Ji bo nimûne, Google bi rêya Performance Max û AI Max, her wiha Meta bi rêya Advantage+ ve, beşeke mezin a erkên wekî diyarkirina armancê, cihê nîşandana reklamê, diyarkirina nirx û dabeşkirina budceyê didin destê algorîtma û zîrekiya çêkirî.
Pêşbîniyên Madison & Wall nîşan didin ku di sala 2026an de, nêzîkî %12 ji xerciyên reklaman li Amerîkayê dê bi rêya kampanyayên otomatîk an zîrekiya çêkirî ve werin birêvebirin, ku ev jî li gorî rêjeya %2 ya sala 2023an geşekirineke mezin e û tê çaverêkirin ku heta sala 2030an bigihîje %27 ji tevahiya bazarê.
Ev meyla ber bi otomatîkbûnê ve, xizmeteke mezin ji platformên mezin re dike. Her ku xercî zêdetir bi rêya pergalên otomatîk ve bê kirin, platform dê daneyên zêdetir ji bo pêşxistina algorîtmayên xwe kom bikin. Dema ku pergal encamên baştir bi dest bixin, reklamkar neçar dibin budceyeke zêdetir terxan bikin. Bi vî awayî xelekek çêdibe ku hêza van kompaniyan qorix (monopol) dike, bi awayekî ku tê pêşbînîkirin pişka wan di sala 2026an de bigihîje %58 û di salên piştre jî berdewam bilind bibe.
Ji bo pisporên warê kirrûbirrê (bazargeriyê) an jî marketervanan, ev tenê guhertineke teknolojîk a sade nîne. Dema ku zîrekiya çêkirî bi xwe biryarê bide bê ka budce li ku derê bê xerckirin, kîjan bikarhêner bibe armanc û kîjan reklam bê nîşandan, beşeke mezin a desthilat û kontrola kampanyayan ji destê reklamkar derbasî platforman dibe.
Ev yek jî pirseke cidî li ser şefafiyetê çêdike: Reklamkar wê çawa piştrast bibe ku algorîtma budceyê bi awayê herî baş û di berjewendiya wî de xerc dike, û ne tenê bi awayekî ku amaran di xizmeta berjewendiya platformê bi xwe de baştir nîşan bide?
Di encamê de, zîrekiya çêkirî di bazara reklaman de ne tenê amûreke nû ye, belkî nexşeya dabeşbûna hêz û sermayeyê ji binî ve diguhere. Heger ev rewş bi vî rengî berdewam bike, li şûna ku qorixkariya platformên mezin têk bibe, wê Google, Meta û Amazonê ji berê serdesttir û bihêztir bike.













