
Pêşbaziya reklamê ya dawiya salê germ dibe; %55ê pisporên bazargerîyê budçeyên xwe zêde dikin û kampanyayên xwe zûtir didin destpêkirin.
Hevrikiya di navbera markeyan de ji bo balkişandina kiriyaran di demsala bêhnvedanên dawiya salê de derbasî qonaxeke nû dibe. Li gorî lêkolîneke nû ya sala 2026an a platforma (Yahoo DSP), zêdetirî nîvê marketêrên warê firotina takekesî (Retail) plan dikin ku budçeya reklamên xwe bi rengekî berçav zêde bikin, di heman demê de piraniya wan dixwazin kampanyayên xwe gelekî beriya dema qerebalixiya bazarê bixin kar. Data nîşan didin ku %55 ji marketêrên firotgehan budçeya reklamê zêde dikin, ku ev jî li gorî %44ê sala borî bilindbûneke berçav e. Di heman demê de, %57 ji ajansên reklamê û %54 ji hemû marketêran jî heman plana berfirehkirina xerciyan hene.
Guhertina mezin ne tenê di qebareya xerciyan de ye, belkî di demê de ye jî. Lêkolînê derxistiye holê ku %77 ji reklamkeran pêşbînî dikin ku kampanyayên xwe heta meha Mijdarê xistibin kar, û rêjeya herî zêde ya destpêkirinê jî dikeve meha Cotmehê (%34). Ev tê wê wateyê ku marke êdî ji bo rojên wekî Black Friday û Cyber Monday li bendê namînin daku yekemîn peywendiyê bi kiriyar re çêbikin. Li şûna wê, dixwazin zûtir berhemên xwe bidin naskirin û cihê xwe di hişê kiriyar de çêbikin. Bo nimûne, markeyeke elektronîkat dikare her di Cotmehê de mobaylên xwe yên nû bide naskirin daku kiriyar berawirdiyên xwe bike, û di dema destpêkirina daxistinan de bi rêya ofereke taybet vegere bal heman wan kiriyarên ku berê bala xwe dabûn berheman.
Ev pêşxistina kampanyayan ji aliyê markeyan ve, bertekeke rasterast e ji bo guhertina reftara kiriyaran bi xwe. Datayên Hezîrana 2026an ên Yahoo selimandiye ku %24 ji kiriyaran her ji demsala havînê ve dest bi bazara demsala bêhnvedanan kirine (li gorî %13ê sala pêşîn). Heger kiriyar di havîn û destpêka payîzê de dest bi lêgerînê bike, ew markeya ku tenê di dawiya Mijdarê de derdikeve, dê derfeteke zêrîn ji dest bide.
Ji aliyekî din ve, giringîdana bi reklama televîzyonê ya girêdayî înternetê (CTV) geş bûye. %58 ji reklamkeran budçeya vê kanalê ji bo îsal zêde dikin (li gorî %45ê sala 2025an), ji ber ku %62 ji bikarhêneran qebûl dikin ku reklamên nav platformên strîmîng û televîzyonê bandoreke rasterast li ser biryara kirrîna wan heye. Ev yek bûye sedem ku reklama nav strîmîngan bibe beşekî veneqetandî ji plana gihîştina bi kiriyar, herçend pîvana hûr a bandora wan reklaman li ser kirrîna rasteqîn wekî astengiyekê dimîne.
Peyama serekî ya van pêşhatan ji bo marketêran ew e ku cenga kiriyar êdî ne tenê li ser mezinahiya qebareya daxistinên roja Black Friday ye, belkî li ser wê yekê ye ka kî dikare zûtir bal û baweriya kiriyar bi dest bixe. Demsala kirrîna dawiya salê bi mehan beriya daxistinan dest pê dike û hevrikiya rasteqîn li ser çêkirina nasîna pêşwext e.













