
Şerê platforman gurtir bû; Meta deriyê reklamkirinê li rûyê TikTokê digire
«Eger bînerê te li ser platforma kesekî din be, wê demê bi temamî ne yê te ye! Biryara nû ya Metayê ji bo qedexekirina reklamên TikTokê diyar kir ku xwedandariya daneyan di serdema îro de ji her tiştî girîngtir e.»
Meta biryareke stratejîk û bêpêşîne daye: Rê nade reklamên kompanyaya (ByteDance) ku xwediyê TikTokê ye li ser platformên Facebook û Instagramê werin pexşkirin. Wate TikTok êdî nikare pereyan bide Metayê da ku bikarhêneran ber bi xwe ve bikişîne. Heta qedexekirin hinek reklamên aliyê sêyem jî li xwe digire ku bikarhêneran arasteyî TikTokê dikin.
Metayê sedema xwe venaşartiye û dibêje: "Em neçar nînin xizmetguzariya reklamê bidin hevrikekî ku dixwaze bikarhênerên me bibe." Ev yek nîşan dide ku şerê platforman derbasî qonaxeke nû bûye. Bi salan hevrikî tenê li ser dem û bala bikarhêner (Attention) bû, lê niha bûye şerê kontrolkirina gihîştina bi bîner (Audience). Meta ne tenê cihê reklamê ye, belkî bi xwe xwediyê bînerekî gelek mezin e û bi xwe jî diyar dike ka kî dikare bigihîje wî bînerî.
Peyama vê biryarê ji bo marketêran gelekî rûn e: Ew (Audience)a te li ser platforma kompanyayeke din çêkiriye, bi kirê ye û bi temamî ne ya te ye. Îro tu dikarî bi reklamê bigihîjî bi mîlyonan kesan, lê sibe platform dikare qanûnan biguhere û gihîştinê li te qedexe bike. Lewma girîngiya daneyên taybet bi brandê bi xwe (First-party Data) wekî: malper, lîsteya îmeylan, aplîkeyşin û komelgeha taybet a brandê (Community), ji berê gelekî zêdetir bûye.
Hevrikiya Meta û TikTokê pirsiyareke mezin ji bo pêşeroja marketîngê hiştiye: Di serdemekê de ku çend dêwên teknolojiyê kontrola bala xelkê kirine, gelo şer tenê ji bo kişandina bîner e, yan ji bo wê yekê ye ku rêgiriyê li hevrikên xwe bikî da ku nikaribin bigihîjin bînerê te?













